Orhan Pehlül
09 Tebax 2023•Rojanekirin: 10 Tebax 2023
ADIYAMAN (AA) - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu Adiyemana ku erdhejên navend Kahramanmaraş ên di 6ê sibatê da bandor lê kir ziyaret kir.
Yapicioglu piştî ku Konbajêra Preabrîk a Vartanayê ziyaret kir daxuyanî da rojnamevanan û got ku piştî erdhejê gelek caran herêm ziyaret kir û bi welatiyan ra hat bal hev.
Yapicioglu bal kişand ku edhejê tesîr li herêmeke berireh kir û got ku "Ji roja ewil va em wek gel ji bo ku birînan bicebirînin seerber bûn. Em jî ji 6ê sibatê vir va gelek caran hatin herêma erdhejê. Li navenda jiyanê ya berwext a li Adiyemanê li cihê ku bajarê konteyner lê hat avakirin me hem bi rayedaran ra hevdîtin kir hem jî bi welatiyan ra hevdîtin kir û guh da pirsgirêkên wan."
Yapicioglu da zanîn ku hin pirsgirêkên binesaziyê hene û wiha axivî:
"Der barê binesaziyê da hin pirsgirêk anîn ziman. Înşallah ji bo çareserkirina van em ê bibin şopîner. Înşallah demildest avahiyên mayînde bên çêkirin û welatiyên me yên vir jî ji an koyteyneran xilas bibin û vegerin jiyana xwe ya berê. Em vê dişopînin, hêviya me ew e ku car din êşên wiha neqewimin. Lê dema qewimî jî wek ji bo ku birîn bi hev ra bên pêçan çi ji dest bê divê bê kirin."
Yapicioglu u heyeta pê ra paşê di meqama wan da Waliyê Adiyemanê Osman Varol û Şaredarê Adiyemanê Suleyman Kilinç ziyaret kirin.