Serokwezîrê Iraqê Sûdanî: "Em dixwazin pêwendiyên Tirkiye-Iraqê bibin perçeyekî denklema îstiqrara herêmê"

Ankara
Serokwezîrê Iraqê Şiya Sûdanî, "Em dixwazin pêwendiyên Tirkiye-Iraqê bibin perçeyekî denklema îstiqrara li herêmê."
Sûdanî beşdarî bernameya "ODAK: Pêwendiyên Tirkiye-Iraqê" bû ku bi mazûvaniya Ajana Anadoluyê (AA) hat lidarxistin.
Serokwezîrê Iraqê Sûdaniyê li AAyê di bernameya ODAKê da axivî, bal kişand ser pêwendiyên Tirkiye-Iraqê û got, "Em dixwazin pêwendiyên Tirkiye-Iraqê bibin perçeyekî denklema îstiqrara li herêmê."
Sûdanî der barê Projeya Rêya Pêşketinê ya di pêşengiya Tirkiye-Iraqê da tê meşandin da got Projeya Rêya Pêşketinê yek ji projeyên herî giring yên li Rojhilata Navîn e.
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li ser pirsa der barê Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu da got, "Hikûmeta Netanyahu dixwaze herêmê bikişîne nava agirê şer."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.