Serokwezîr serdana xwe ya Albaniyayê ji ber şewata kana madenê ya li Somayê betal kir. Serokwezîr Erdogan di telefonê de bi Qaymeqamê Somayê Bahattîn Atçi, Şaredarê Somayê Hasan Ergene û rayedarên din ên navçeyê re der heqê bûyerê de axivî û agahî hilda.
Serokwezîr destnîşan kir ku li herêmê çawa bûyer qewimî, xebatên lêgerîn û xelaskirinê jî dest pê kirin.
Erdogan bernameya xwe ya Albaniyayê betal kir û dê îro biçe kana madenê ya Somayê ku heta niha tê de 201 karker mirin.