Tirkiye

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê beşdarî bernameya "MIHRAQ: Peywendiyên Tirkiye-Iraqê" bibe ku dê li AAyê were lidarxistin

Büşranur Keskinkılıç  | 08.05.2025 - Rojanekırın : 08.05.2025
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê beşdarî bernameya "MIHRAQ: Peywendiyên Tirkiye-Iraqê" bibe ku dê li AAyê were lidarxistin

Ankara

 Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê beşdarî bernameya "MIHRAQ: Peywendiyên Tirkiye-Iraqê" bibe ku ji bo nirxandina têkiliyên Tirkiye-Iraqê bi mazûvaniya Ajansa Anadoluyê (AA) tê lidarxistin.

Sûdanî dê di bernameya "MIHRAQ: Peywendiyên Tirkiye-Iraqê" da ya ku dê li AAtolyeyê bê lidarxistin, têkiliyên Tirkiye-Iraqê ku ji meseleyên rojane û mifteyî yên Rojhilata Navîn e, ji hêla dualî, herêmî û navneteweyî va binirxîne.

Di bernameyê da ji xeynî vê, li ber roniya geşedanên rojane hêlên siyasî, aborî, ewlehî û rengvedanên herêmî yên peywendiyên Tirkiye-Iraqê dê bi nêrîneke analîtîk bên gotûbêjkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.