Serokomarê Almanyayê ji ber piştgiriya welatê wî ya ji bo Îsraîlê li Stenbolê hat protestokirin
Ankara
ÎSTANBUL/ANKARA (AA) - Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier li Stenbola ku ji bo ziyaretê hat, ji ber piştgiriya ku Almanya dide Îsraîlê hat protestokirin.
Steinmeier dema digel Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Gara Sîrkeciyê ziyaret kir ku di sala 1961ê da qefleya yekem a karkerên Tirk ji vir bo Almanyayê hatibûn birêkirin, ji hêla komekê hat protestokirin.
Koma ku piştgiriya Almanya dide Îsraîlê protesto kir, durişmên "Almanyaya qatil ji Tirkiyeyê bicehime" û "Almanyaya qatil a sûcdarê jenosîdê" berz kirin.
Steinmeier dê di vê ziyareta xwe da ya bi masebeta 100emîn salvegera destpêbûna peywendiyên dîplomatîk ên herdu welatan tê kirin, dê Stenbol, Entab û Enqereyê ziyaret bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.