Tirkiye

Serokomar Erdogan:Em ê ber bi dawiya Berfanbarê di asta pêşîn da namzedên xwe yên şaredariyên bajarên mezin eşkere bikin

Türkan Tosun, Murat Çelik  | 15.12.2023 - Rojanekırın : 16.12.2023
Serokomar Erdogan:Em ê ber bi dawiya Berfanbarê di asta pêşîn da namzedên xwe yên şaredariyên bajarên mezin eşkere bikin

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em ê ber bi dawiya Berfanbarê di asta pêşîn da namzedên xwe yên şaredariyên bajarên mezin eşkere bikin."

Erdogan ji bo nimêja înê bike ji mala xwe ya Kisikliyê ya Uskudarê derket û çû Mizgefta Hz. Elî.

Serokomar Erdogan li mizgeftê nimêja xwe kir û piştî nimêjê daxuyanî da rojnamevanan.

Ji bo xebata temayulê ya ku wê sibê li Stenbolê bê kirin Erdogan wiha axivî: "Em ê ber bi dawiya Berfanbarê di asta pêşîn da namzedên xwe yên şaredariyên bajarên mezin eşkere bikin."

- "Me mijara Xezeyê ligel Birêz Biden bi berfirehî nirxand"

Ji bo axaftina li ser telefonê ya bi Serokê Amerîkayê Joe Biden ra Erdogan daxuyand Biden ji bo mijara F-16yan amade ye û wiha dewam kir: "Biden got ew xwedî nêrîneke erênî ye û amade ye teklîfa xwe ya der heqê vê mijarê da pêşkêşî Kongreyê bike. Ji bilî vê me mijara Xezeyê ligel Birêz Biden bi berfirehî nirxand. Me got, di serî da hûn divê Amerîka mudaxeleyî vir bibe."

Serokomar Erdogan behsa rewşa li Xezeyê û êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistîniyan jî kir û wiha pê da çû: "Îsraîl êdî tenê dimîne. Di pêvajoya pey vê da wê hê bêtir bi tenê bimîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın