Tirkiye

Serokomar Erdogan: Îsraîla dewleta terorê 22 meh e bi hovane gelê Filistînê qetil dike

Serokomar Erdogan got "Îsraîla dewleta terorê 22 meh e bi hovane gelê Filistînê qetil dike. Dijî birayên me yên Xezeyî yên ku hepsê 360 kîlomêtroqereyê kiriye komkujiyê dike."

Zafer Fatih Beyaz, Şeyma Güven  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Serokomar Erdogan: Îsraîla dewleta terorê 22 meh e bi hovane gelê Filistînê qetil dike

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Îsraîla dewleta terorê 22 meh e bi hovane gelê Filistînê qetil dike. Dijî birayên me yên Xezeyî yên ku hepsê 360 kîlomêtroqereyê kiriye komkujiyê dike."

Serokomar Erdogan piştî hevdîtina li Kuliyeya Serokomariyê ya rû bi rû ya bi Serokomarê Qazaxistanê Tokayev ra û beşdariya Civîna 5emîn a Konseya Hevkariya Stratejîk a Ast Bilind a Tirkiye-Qazaxistanê serokatiya merasima îmzekirina peymanên di qadên cuda da kir û civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Serokomar Erdogan der barê hevdîtina xwe ya bi Qasim Comerd Tokayevê Serokomarê Qazaxistanê da got ku "Me rêyên ku bêtir nefta Qazaxistanê ji ser welatê me bo bazarên dinyayê bê veguhestin guftûgo kir. Me îstişare kir ku di mijara bikaranîn û berfirehkirina Korîdora Navîn a Ser Hazarê ya ku Rêya Hevrîşim a roja me ye dikarin çi bikin."

Erdogan da zanîn ku bi Tokayev ra projeyên berbiçav ên ku dê hevkariya eskerî û pîşesaziyê bêtir pêş bixe da jî hevdîtin kirin û ev gotin:

"Mijarên hevkariya ewlehiyê û di serî da FETO têkoşîna dijî rêxistinên terorê jî di nav serenavên rojeva me da cî girt."

- "Me îstişare kir ku divê hember mafên wekhev û jixwe va uên Tirkên Qibrîsê rêz bê girtin"

Erdogan got ku "Em xurtkirina piştevaniya xwe ya bi Tirkên Qibrîsê yên ku hêmaneke eslî û jêneqetîn ê dinyaya Tirkan e didomînin. Me di danezana hevpar a ku kêliyek berî niha bi Birêz Tokayev ra qebûl kir da bi taybetî îstişare kir ku hember mafên wekhev û ji xwe tên ên Tirkên Qibrîsê rêz bê girtin."

Serokomar Erdogan da zanîn ku di serî da Xeze di mijarên wekî şerê Rûsya-Ukraynayê û Efxanistanê da jî guftûgo kirin û ev gotin:

"Îsraîla dewleta terorê 22 meh e bi hovane gelê Filistînê qetil dike. Dijî birayên me yên Xezeyî yên ku hepsê 360 kîlomêtroqereyê kiriye komkujiyê dike. Ji Xezeyê wêneyên ji yên kampên Naziyê gelekî xirabtir, wehşîtir, ji mirovahiyê dûr tên. Li ber çavê dinyayê gelek bi birçîbûn û bêaviyê tê kuştin. Rewşa însanî ya li Xezeyê di asta bobelatê da ye. Zarokên bêguneh an ji birçîna û bêaviyê yan jî ji ber guleyên ji çekên hêzên dagirker ên Îsraîlê derdikevin canê xwe didin. Îsraîl birçîbûnê bi taybetî dijî Filistîniyan wekî çekê bi kar tîne, ev yek bi awayekî herî eşkere nîşan dide ku wan ji mirovahiyê nesîbê xwe hilnedane. Hember vê hovîtiyê di serî da welatên îslamê şert e ku her kes û hemû welatên xwedî wijdan dengê xwe hê bêtir bilind bikin. Di vê mijarê da çi hewce dike em ê ji niha pê va jî wê bikin. Înşeallah em ê bibînin ku kesên dijî gelê Xezeyê komkujiyê dikin li ber hiqûq û dîrokê hesabê didin."

Serokomarê Qazaxistanê Tokayev jî got ku "(Pîşesaziya parastinê ya Tirk) Pisporên navneteweyî nirxeke zêde da teknolojiyên we yên hem nûjen hem û modela herî dawîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.