Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Îro em 30 hezar û 723 welatiyên din jî digihînin xaniyên wan"

İsa Toprak  | 19.03.2024 - Rojanekırın : 19.03.2024
Serokomar Erdogan: "Îro em 30 hezar û 723 welatiyên din jî digihînin xaniyên wan"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser erdheja 6ê sibata 2023yan ku navenda wê Kahramanmaral bû û behsa xaniyên ku ji bo erdhejzedeyan tên çêkirin kir û got, "Di serê meha borî da, me mifteyên 46 hezar xanî û xaniyên gundan teslîm kirin. Îro em 30 hezar û 723 welatiyên din jî digihînin xaniyên wan."

Serokomar Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê bi weşana zindî beşdarî Merasima Pişkavêtin û Teslîmkirina Mifteyên Xaniyên Erdhejê bû.

Erdogan behsa xaniyên ku ji bo erdhejzedeyan tên çêkirin kir û got, "Di serê meha borî da, me mifteyên 46 hezar xanî û xaniyên gundan teslîm kirin. Îro em 30 hezar û 723 welatiyên din jî digihînin xaniyên wan."

Erdogan bal kişand ser wê yekê ku rojeva ji bo erdhejê ji bo wan rojeveke sereke ye û got, "Li welêt û dinyayê çi dibe bila bibe, em derfetê nadin tu rojevek din me ji bernameya me ya herêma erdhejê dûr bixîne. Erdhej, mijareke di ser siyasetê ra ye. Erdhej mijareke ku nayê îhmalkirin e."

Serokomar Erdogan got, "Yên ku ji bo piştî hilbijartinê bi nivîsandina senaryoyên felaketê hewl didin bernameya aboriyê sabote bikin hene û em wan ji nêz va dişopînin."

Erdogan tekezî li wê yekê kir ku ewê di serdema bê da jî bi ruhê seferberiyê bixebitin û anî ziman ku ewê hem bajarên herêma erdhejê û hem jî bajarên ku rûbirûyê heman tehdîdê ne qewîn bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.