Serokomar Erdogan: "Înşelah em ê Tirkiyeyê di warê lêgerîna xaz û neftê da bikin aktorekî kurewî"

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan anî ziman ku Tirkiye him bi çavkaniyên siruştî, him bi erdnîgariya xwe û him jî bi nêzîkbûna xwe ya rezervên hîdrokarbonê, di warê enerjiya kurewî da xwediyê cihekî stratejîk e û wiha got, "Înşelah em ê Tirkiyeyê di warê lêgerîna xaz û neftê da bikin aktorekî kurewî."
Serokomar Erdogan di Lûtkeya Çavkaniyên Siruştî ya Stenbolê da axivî.
Erdogan anî ziman ku Tirkiye him bi çavkaniyên siruştî, him bi erdnîgariya xwe û him jî bi nêzîkbûna xwe ya rezervên hîdrokarbonê, di warê enerjiya kurewî da xwediyê cihekî stratejîk e û wiha got, "Înşelah em ê Tirkiyeyê di warê lêgerîna xaz û neftê da bikin aktorekî kurewî."
- "Heta îro li Gabarê hilberîneke ku bihayê wê ya giştî gihîştiye 2 milyar dolarî, ji 26 milyon bermîlî zêdetir neft hatiye hilberandin"
Serokomar Erdogan bal kişand ser xebatên li Gabarê û wiha axivî, "Bi xebatên li Gabarê li seranserê Tirkiyeyê hilberîna neftê ya rojane ji dawiya meha Adara 2025an va ji 135 hezar bermîlî derbas kir û rekor şikand. Heta îro li Gabarê hilberîneke ku bihayê wê ya giştî gihîştiye 2 milyar dolarî, ji 26 milyon bermîlî zêdetir neft hatiye hilberandin."
Erdogan destnîşan kir ku ewê sala bê li qada Sakaryayê xebata lêgerîna xazê dest pê bike û got, "Li Çanakkaleyê platforma me ya hilberînê ya ku li ser avê diçe, ewê sala bê li qada Sakaryayê dest bi wezîfeyê bike. Me kiriye hedef ku di nava sala 2026an da di giştiya Faz-1 û Faz-2yê da rojane nêzîkî 20 milyon metrokab hilberînê bikin. Me kiriye armanc ku sala 2028an li Qada Xazê ya Sakaryayê em hilberînê derxînin 40 milyon metrokabî."
- "Avakirina reaktora yekemîn a Santrala Hêza Enerjiya Nukleerî ya Akkuyuyê di demeke nêz da temam dibe"
Serokomar Erdogan bal kişand ser qeyrana enerjiyê ya li Ewropayê û wiha pê da çû, "Di demeke ku Ewropa di nava qeyrana enerjiyê da ye, Tirkiye weke bendereke ewledar derdikeve pêş, ev yek tesaduf nîne. Ji bo sivikkirina qeyrana enerjiyê ya ku nuha li welatên Ewropayê heye û ji bo piştevaniya ewlekariya enerjiyê ya herêmê, me gelek hewl dan. Em ê di dawiya vê salê da dest bi hilberîna ceribandinê bikin û ji Akkuyuyê elektrîka yekemîn bidin. Avakirina reaktora yekemîn a Santrala Hêza Enerjiya Nukleerî ya Akkuyuyê di demeke nêz da temam dibe. Tenê di 3 salên dawîn da di warê elektrîk û xaza siruştî da me 983 milyar lîre alîkarî da gelê xwe."
Erdogan herwiha got ku "Li qadeke zêr a li Nîjerê ku me ruxseta wê sitandiye jî me kiriye armanc ku di nava vê salê da em dest bi hilberîna yekem bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.