Tirkiye

Serokomar Erdogan yekemîn platforma serav a Tirkiyeyê ber bi Deryaya Reş va oxir kir

Kaan Bozdoğan  | 29.05.2025 - Rojanekırın : 30.05.2025
Serokomar Erdogan yekemîn platforma serav a Tirkiyeyê ber bi Deryaya Reş va oxir kir

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Osman Gaziya yekemîn platforma hilberîna xaza siruştî ya serav a Tirkiyeyê, ber bi Saheya Xazê ya Sakaryayê ya Deryaya Reş va oxir kir.

Platforma ku dê li Saheya Xazê ya Sakaryayê hilberîna xazê derxîne 2 qatan, bi merasîmekê ku Wezîrê Enerjî û Çavkaniyê Siruştî Alparslan Bayraktar jî tê da beşdar e, hat şandin.

Serokomar Erdogan ji Ofîsa Xebatê ya Serokomariyê destê xwe ji platforma seravê ra hejand.

Di merasima ku ekîba Mehterê tê da performans nîşan da, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun û Serokê Kulûba Galatasarayê Dursun Ozbek jî cih girt.

Di salvegera fetha Stenbolê da, platforma ku tê çaverêkirin derbasbûna xwe ya ji Geliyê Stenbolê ra di 11 saetan da temam bike, tê plankirin ku 1ê Hezîranê bikeve Bendera Filyosê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.