Tirkiye

Serokomar Erdogan: Xeyal, hêvî, fikir, tesbît û teklîfên ciwanên me ji bo me pir girîng in

Merve Yıldızalp  | 16.11.2021 - Rojanekırın : 17.11.2021
Serokomar Erdogan: Xeyal, hêvî, fikir, tesbît û teklîfên ciwanên me ji bo me pir girîng in

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Li Ewropa, Amerîka û Asyayê nifûsa kal û pîran bilez zêde dibe. Di heyameke wiha da hema bibêje nifûsa me ji sê paran parek ji zarok û ciwanan pêk tê ku ev pir girîng e. Em ji bo ku perwerde û tenduristiya van ewladên xwe ra eleqedar bibin, bi binesaziya çand, huner, werziş û îstihdamê va wan ji bo dahatûyê amade bikin, dixebitin."

Serokomar Erdogan li Baxçeya Gel a Paytextê beşdarî Mihrîcana Ciwaniyê ya Rêvebiriyên Herêmî bû û li wir axivî.

Erdogan got bi hevkariya 145 şaredariyên mezin, şaredariyên bajêran û navçeyan va ev mihrîcana ciwanan ya ku 6 rojan wê dewam bike hatiye lidarxistin ku ji çar aliyê Tirkiyeyê ciwan wê bên Enqereyê.

Der barê naveroka mihrîcanê da Erdogan got gelek çalakî, xebatên şaredariyan yên ji bo ciwanan, pêşbirk wê bên kirin û ev mihrîcan saleke din wê bêtir berfireh çêbibe.

- "Nifûsa me ji sê paran parek ji zarok û ciwanan pêk tê ku ev pir girîng e"

Serokomar Erdogan anî ziman ku li Ewropa, Amerîka û Asyayê nifûsa kal û pîran bilez zêde dibe, lê Tirkiyeyê hejmara ciwanan zêde ye û wiha axivî: "Di heyameke wiha da hema bibêje nifûsa me ji sê paran parek ji zarok û ciwanan pêk tê ku ev pir girîng e. Em ji bo ku perwerde û tenduristiya van ewladên xwe ra eleqedar bibin, bi binesaziya çand, huner, werziş û îstihdamê va wan ji bo dahatûyê amade bikin, dixebitin."

Erdogan li vir behsa ciwanan û hêza wan kir û wiha axivî: "Xeyal, hêvî, fikir, tesbît û teklîfên ciwanên me ji bo me pir girîng in. Di hilbijartinên 2023yan da ji 6 milyonan zêdetir ciwanên me wê cara ewil deng bidin. Mifteya hilbijartinên li pêş me ev an jî ew partî nîne, ciwanên me ne."

- "Em ciwanan hemûyan hembêz dikin û bi berhem, xizmet û xebatan va dikin yek"

Serokomar Erdogan got ew ciwanan di nav xwe da dabeş û perçe nakin, hemûyan hembêz dikin û wiha dewam kir: "Nifşa ku hewcedariya me bi wê heye ne nifşa Zyê ye, nifşa TEKNOFESTê ye. Em ciwanan bi tîp û nifşan va perçe nakin. Ji Ayê bigire heta Zyê em hemûyan hembêz dikin û bi berhem, xizmet û xebatan va dikin yek."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın