Serokomar Erdogan: "Xebatên me yên ji bo dîtina bermayiyên balafira eskerî berdewam dikin"
Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo C130ya balafira kargoyê ya eskerî ku li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê ket, wiha got, "Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku balafireke me ya eskerî ya bi cureya C130 ku ji Azerbeycanê dihat welatê me, îro li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê ketiye."
Erdogan di vekirina Lûtkeya Bajarî û Pêşangeha Bajarî da li Navenda Kongreyê ya AK Partiyê axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da der barê C130ya balafira kargoyê ya eskerî da ku li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê ket, wiha got, "Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku balafireke me ya eskerî ya bi cureya C130 ku ji Azerbeycanê dihat welatê me, îro li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê ketiye."
Erdogan diyar kir ku xebatên wan yên ji bo dîtina bermayiyên balafirê bi hevkariya rayedarên dewletên eleqedar ra berdewam in û wiha got, "Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
