Serokomar Erdogan: "Wê tu kes nikaribe rê li ber bigire ku li ser herêma me tava aştiyê derkeve"

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Wê tu kes nikaribe rê li ber bigire ku li ser herêma me tava aştiyê derkeve. Wê tu kes nikaribe rê li ber bigire ku li her quncikê erdnîgariya me hizûr çêbe."
Erdogan di "Merasima Mezûniyetê ya Zanîngeha Parastina Neteweyî" da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku bi biryardarî, hêvîdar û baldarî ber bi armancên Tirkiyeya Bêteror û herêmeke bêteror va dimeşin.
Erdogan destnîşan kir ku îro konsepta şer ew diyar dikin û got ku em eniya xwe ya navxweyî zexim dikin û ji bo qewîkirina yekîtî û zindîbûna xwe gavên dîrokî diavêjin.
Serokomar Erdogan got ku wê tu kes nikaribe rê li ber bigire ku li ser herêma me tava aştiyê derkeve û wiha peyivî, "Wê tu kes nikaribe rê li ber bigire ku li her quncikê erdnîgariya me hizûr çêbe. Em ê li ser erdnîgariya xwe ya berfireh rûpeleke nû vekin ku di dewsa pevçûn û zilmê da îstiqrar, edalet, azadî û yekîtî hebe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.