Tirkiye

Serokomar Erdogan wê sibê here Azerbeycanê

Enes Kaplan  | 25.10.2021 - Rojanekırın : 26.10.2021
Serokomar Erdogan wê sibê here Azerbeycanê

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser deweta Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev wê sibê here Azerbeycanê.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Serokomar Erdogan wê li Azerbeycanê beşdarî vekirina Balafirgeha Navneteweyî ya li Fuzuliyê bibe. Her wiha li Zengilanê jî bi piştgiriya Tirkiyeyê Kampusa Çandiniyê ya Biaqil wê were çêkirin û Erdogan wê bi Serokomarê Azerbeycanê Aliyev ra beşdarî merasima xîmavêtinê ya kampusê jî bibe.

Di ziyareta rojane da Erdogan û Aliyev wê ji her alî va li ser têkiliyên Tirkiye û Azerbeycanê bisekinin, ji bo ku di navbera her du welatan da tevkarî zêdetir bibe, wê li ser gavan bisekinin.

Di hevdîtinan da digel têkiliyên du alî, tê plankirin ku her du Serokomar der barê geşedanên rojane, herêmî û navneteweyî da fikrên xwe ji hev ra bêjin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.