Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Wê 48 KAANa firokeya şer ya neteweyî li Tirkiyeyê bên çêkirin û îxracî Endonezyayê bikin"

Zafer Fatih Beyaz  | 11.06.2025 - Rojanekırın : 12.06.2025
Serokomar Erdogan: "Wê 48 KAANa firokeya şer ya neteweyî li Tirkiyeyê bên çêkirin û îxracî Endonezyayê bikin"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand, li gor peymana ku bi Endonezyayê ra hatiye îmzekirin, wê 48 KAANa firokeya şer ya neteweyî li Tirkiyeyê bên çêkirin û îxracî Endonezyayê bikin.

Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê îxrackirina KAANa firokeya şer ya neteweyî ya ji bo Endonezyayê da daxuyanî da.

Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe da diyar kir bi Endonezyayê ra ji bo îxrackirina KAANa firokeya şer ya neteweyî peyman îmze kirine û wiha got, "Li gor peymana ku bi Endonezyayê ra hat îmzekirin, wê 48 KAAN li Tirkiyeyê bên çêkirin û em ê îxracî Endonezyayê bikin."

Erdogan got ku "Di serî da Serokatiya Pîşesaziya Parastinê û TUSAŞ, ez saziyên ku di çêkirina KAANê da û di îmzekirina peymana rekora îxracatê ya di dîroka Tirkiyeyê da keda wan heye, pîroz dikim.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.