Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Wezîfeya me ye ku em ji hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê re xizmetê bikin"

Ekip  | 14.03.2024 - Rojanekırın : 14.03.2024
Serokomar Erdogan: "Wezîfeya me ye ku em ji hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê re xizmetê bikin"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Wezîfeya me ye ku em ji hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê re xizmetê bikin. Ji me hez bikin, nekin jî, dengê xwe bidin me yan nedin, em xizmetkarê hemû 85 milyonî ne."

Serokomar Erdogan di mitînga ku lê Mêrdînê hat lidarxistin da axivî.

Serokomar Erdogan got, "Hinek cahilên di nava me da nizanin be jî, gelê mezlûm Xezeyê helwesta rast û jîr a Tayyîp Erdogan baş dizane."

Erdogan herwiha got, "Em weke Tirkiyeyê ji roja pêşî vir va, yek ji wan welatan in ku herî zêde piştgirî da Filistînê û bertekên herî tund jî nîşanî Îsraîlê da."

Serokomar Erdogan wiha pê da çû:

"Yên digotin 'Hemas rêxistina terorê ye' û ji lîsteyên CHPê ketin Meclisê ewên ku xizmeta stratejiya hilbijartina CHPê dikin nikarin di warê Filistînê da dersê bidin me. Her kî bi guman hewla vî gelî ya ji bo Xeze û Filistînê bipirse, eşkere heqaretê li gelê xwe dike."

Serokomar Erdogan got, "Wezîfeya me ye ku em ji hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê re xizmetê bikin. Ji me hez bikin, nekin jî, dengê xwe bidin me yan nedin, em xizmetkarê hemû 85 milyon kesî ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın