Kaan Bozdoğan
20 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2022
Serokomar Recep Tayyip Erdogan piştî ku ziyaretên xwe yên fermî li Tehrana paytextê Îranê temam kir, vegeriya welêt.
Balafira taybet "TUR" ya ku tê da Serokomar Erdogan û heyeta wî heye ji Balafirgeha Navneteweyî ya Mehrabadê bi rê ket, di saet 02.15yan da jî gihîşt Balafirgeha Ataturkê.
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Fermandarê Qolordiya 3yemîn Korgeneral Levent Ergun û Cîgirserokê 1emîn ê Meclisa ÎBByê Zeynel Abidîn Okul pêşwaziya Erdogan kirin û ew çû mala xwe ya li Kisikliyê.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nurettîn Nebatî, Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatih Donmez, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Erdogan ra vegeriyan welêt.