Serokomar Erdogan: "Tirkiyeya Bêteror hesreta bi dehan salan a gelê me ye"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di vegera ziyareta xwe ya Îtalyayê da di balafirê da li ser rojevê axivî û bersiva pirsên rojnamevanan bersivandin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi Îtalyayê ra ne tenê di qada pîşesaziya parastinê da, em di qada hewagerî, feza û teknolojiyê da jî firsendan dinirxînin û got ku "Transfera teknolojiyê ya dualî ku dê pîşesaziya parastina xwemalî ya Tirkiyeyê xurt bike, wê ji bo Îtalyayê nêrîneke nû û vejenê pêk bîne."
Serokomar Erdogan got ku "Divê rêxistina terorê êdî fehm bike ku tu rê li ber nemaye û gorî banga lê hatiye kirin, tevbigere." û axaftina xwe wiha domand: "Tirkiyeya Bêteror ne pêvajoyeke dan û sitandinê ye, rewşeke biratiyê ye. Ew hesreta miletê me ya bi dehan salan e."
- "Yekîtiya axa Sûriyeyê ji bo me xaleke jêneger e"
Serokomar Erdogan der barê Sûriyeyê da ev nirxandin kirin:
"Yekîtiya axa Sûriyeyê ji bo me xaleke jêneger e. Em zanin ku hikûmeta Sûriyeyê jî bi heman hesasiyetê tevdigere. Li Sûriyeyê mijara sazûmaniya federal ji xeyalekê wêdetir tiştek nîne. Di rastiya Sûriyeyê da cihê wê tuneye. Li herêma xwe em ê destûrê nedin qewimandinên ji nişkava, em ê destûrê nedin gavên ku îstiqrara Sûriyeyê û herêmê tehdîd dikin û ji bo herêmê xetere ne. Êrîşên Îsraîlê yên dijî axa Sûriyeyê teşebusa şehtlêdanê ya atmosfera erênî ye ku bi rêvebiriya nû ya li Sûriyeyê ra dest pê kir. Em dijî her cure hewldanên ku dê Sûriyeya cîranê me bike nava çiraveke bêîstiqrariyê ya nû û em bi awayên cuda berteka xwe nîşan didin."
- "Ez wisa bawer dikim ku bi Trump ra em ê lezîneke gelekî cuda bidin têkiliyên xwe"
Serokomar Erdogan got ku "Em ê bi birêz Trump ra di firsenda ewil da hevdîtina xwe ya rû bi rû bikin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Axaftina me ya bi têlefonê gelekî semîmî bû, baş bû û dostane bû. Em ji ber helwesta wî ya ku hesasiyetên Tirkiyeyê raçav dike, memnûn in. Em dibînin ku di mijara Sûriyeyê da jî wekî du serokan em hevdu fehm dikin. Ez bawer dikim ku di serdema nû da ez û dostê xwe yê Trump, em ê di têkiliyên xwe da rewşeke pir cuda ava bikin."
Serokomar Erdogan got ku "CHP navenda siyaseta şermê ye, divê ji milet ra bibêje ku ka li pişt bandan çi vedişêre û bi kîjan karên biqûsir ra mijûl e." û di berdewama axaftina xwe da ev gotin:
"Rêveberiya CHPyê ya heyî siyasetê enfekte dike. Ev kesên ku îzana xwe winda kirine, ji bo xwe xilas bikin dikarin agir berdin welêt. Kesên ku dijî veguherîna bajarvaniyê propagandayê dikin, di bobelata ku dê li Stenbolê çêbe da wê gelê me tenê bihêlin. Em nikarin Stenbolê ji însafa wan ra bihêlin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.