Tirkiye

Serokomar Erdogan: Tirkiye di îxracata dinyayê da gihîştiye asta para ji sedî 1ê û derbasî qonaxeke girîng bûye

18.09.2021 - Rojanekırın : 19.09.2021
Serokomar Erdogan: Tirkiye di îxracata dinyayê da gihîştiye asta para ji sedî 1ê û derbasî qonaxeke girîng bûye

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Tirkiye êdî di îxracata dinyayê da gihîştiye asta para ji sedî 1ê û derbasî qonaxeke girîng bûye."

Erdogan di Merasima Xelatdayînê ya Şampiyonên Îxracatê û Lijneya Giştî ya Asayî ya 28emîn ya Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (TÎM) da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye êdî di îxracata dinyayê da gihîştiye asta para ji sedî 1ê û derbasî qonaxeke girîng bûye û wiha axivî, "Em dixwazin hejmara îxracatkarên xwe pêşiyê derxin 150 hezarî û di pey ra derxin 300 hezarî. Îsal li gor mehê, 6 mehî û 12 mehî di dîroka komarê da me reqamên îxracatê yên herî bilind bi dest xistin. Îxracata me ya 12 mehan cara ewil ji 200 milyar dolarî derbas bû û heya 17ê Îlonê bi 211 milyar dolarî rekorek bi dest xist."

Erdogan destnîşan kir di demeke nêzîk da dê navenda fuarê ku wê Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê jî di rêvebiriya wê da bi welatê xwe bidin qezenckirin û wiha got, "Tevî fona pêşvabirina îxracatê ku em ê ava bikin bi alîkariyên zêdebar em çavkaniyeke fînansmanê ya vekirî ava dikin ku tenê hûn dikarin xwe bigihînin wê."

Serokomar Erdogan got mîna ku ez ê roja sêşemê li Amerîkayê di Lijneya Giştî ya NYê da bibêjim, em biryardar in ji bo di pergala kurewî ya nû da ciyê heq dikin bibînin û çi hewce dike, bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın