Tirkiye

Serokomar Erdogan tirbeya Fatîh Siltan Mehmed Xan ziyaret kir

Nihat Kavşut  | 24.07.2020 - Rojanekırın : 25.07.2020
Serokomar Erdogan tirbeya Fatîh Siltan Mehmed Xan ziyaret kir

Istanbul

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja înê ya li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin ku piştî 86 salan ji îbadetê ra hat vekirin tirbeya Fatîh Siltan Mehmed Xan ziyaret kir.

Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bi heman wesaîtê hatin ber tirbeya Fatîh Siltan Mehmed Xan û Erdogan li vir daxuyanî da rojnemavanan.

Serokomar Erdogan diyar kir ev der êdî vegeriya eslê xwe, mizgeft bû cardin bû mizgeft û got ku êdî wê hetahetayî wek mizgeft di xizmeta hemû însanan da be.

Erdogan destnîşan kir Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin wek mîrateyeke çandî ya hemû mirovahiyê dereke wisa ye ku însanên ji her dîn û baweriyê bên ziyaret bikin.

Serokomar Erdogan got ku bi vekirina Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin îro 350 hezar kes beşdarî nimêja înê bûne.

Erdogan diyar kir ji vir û pê da Wezareta Çand û Turîzmê wê li derva û li hundir hin karên restorasyonê bike û got ku bi van xebatên restorasyonê înşellah Ayasofyaya me dê dirûvekî zehf cuda û watedar hilde.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.