Tirkiye

Serokomar Erdogan: Teror ji kê be fail her kî be, nayê qebûlkirin

Zafer Fatih Beyaz  | 23.03.2024 - Rojanekırın : 23.03.2024
Serokomar Erdogan: Teror ji kê be fail her kî be, nayê qebûlkirin

Ankara

Serokomar Erdogan: "Teror ji kê be fail her kî be, nayê qebûlkirin. Em weke welatekî ku rûyê xwînî û namerd ê terorê dizanin, hevparê êşa gelê Rûsyayê ne."

 "Ji ber ku li Moskowayê dijî holeke konserê êrîşa terorê hat kirin em serxweşî didin hikûmeta Rûsyayê û êrîşê bi tundî şermezar dikin."

"5 sal badilhewa bû. Loma jî 31ê Adarê pir girîng e, divê em Enqereyê ji kesên ku xizmetên layiqî paytextê ne, nakin xilas bikin."

 "Di holê da mîna ku her qepaxek tê vekirin yeke din derdikeve, "îtifaqeke matrûşkayê" heye, lê haya dengêran jê tuneye."

"Welatiyên me yên rayê didin DEMê jî û welatiyên me yên dil dane CHPyê jî ji ber vê têkiliya tarî û qirêj razî nînin."

 "Ji CHPyê tu evdê Xwedê derneket û nekarî bi rast û duristî lodên pereya îzah bike."

"31ê adarê, ewê gelê me bersiva ku heq dikin, bide CHPê û şirîkên wê yên ku pê ra DEMê digire û her wiha ewên ku ji bo Îtfaqa Cumhur bixisire dixebitin."

"Me metroya Keçîoren Kuyubaşi-Balafirgeha Esenbogayê-Zanîngeha Yildirim Beyazitê ku ji 7 rawestgehan pêk tê hildaye bernameya çêkirinê û em ê îhaleya wê çêkin."

 "Em dest bi amadekirina projeya etutê ya xeta metroyê ya Gara YHTê ya Enqereyê-Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê-Ovacikê dikin. Em ê bi metroya Sincan-Çayyoluyê bigihînin hev."

 "Me paytext kire lokasyona navendî ya pîşesaziya parastinê. Par nêzîkî nîvê îxracata me ya bi qasî 5,5 milyar dolarî, Enqereyê kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın