Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Riya aştiyeke adil û mayînde ya li Xezeyê, bi modela çareseriyê ya dudewletî va pêkan e çêbibe"

Ekip  | 10.12.2025 - Rojanekırın : 10.12.2025
Serokomar Erdogan: "Riya aştiyeke adil û mayînde ya li Xezeyê, bi modela çareseriyê ya dudewletî va pêkan e çêbibe"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Riya aştiyeke adil û mayînde ya li Xezeyê, bi xurtkirina agirbestê ya bi beşdariya welatê me pêk hat û bi modela çareseriyê ya dudewletî va pêkan e çêbibe."

Serokomar Erdogan ji ber 10ê Çileya Pêşîn a Roja Mafên Mirovan peyamek weşand.

Di peyama xwe da Erdogan salvegera 77emîn a qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li miletê Tirk û her yek endamekî malbata mirovahiyê pîroz kir.

Serokomar Erdogan anî ziman ku ev belgeya girîng a nirxê hevpar a mirovahiyê li gelek herêmên dinyayê tê binpêkirin û têgehên wek aştî û edaletê pêk nayên.

Erdogan behsa zilma li Xezeyê kir û wiha got: "Zilma li Xezeyê û axa Filistînê ya dagirkirî ya ku derdikeve pêşberî me, tevî hemû hewldanên civaka navneteweyî mixabin hê jî dewam dike. Nijadkujiya ku ji 70 hezarî zêdetir Xezeyî hatin kuştin, nîşan dide ku nirxên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan da hatine behskirin bi giranî zirar dîtine. Ji nû va avakirina Xezeyê ya ku bûye girekî mezin ê kavilan, li hemberî Filistîniyan berpirsiyariyeke hevpar a hemû mirovahiyê ye. Riya aştiyeke adil û mayînde ya li Xezeyê, bi xurtkirina agirbestê ya bi beşdariya welatê me pêk hat û bi modela çareseriyê ya dudewletî va pêkan e çêbibe."

Erdogan anî ziman ku Îsraîl hê jî agirbestê binpê dike û divê civaka navneteweyî zexta li ser Îsraîlê zêde bike ku li Xezeyê dîsa pevçûn çênebin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye ji bo ku bigîhêje armanca xwe ya Tirkiyeya Bêteror dixebite û ew ê bibiryar û bisebr bigihêjin vê armancê.

Herî dawî Erdogan got bi van fikr û ramanan di serî da Xeze, Filistîn û Sûdan ji bo hemû dinyayê ew ji dil û can aştî, aramî û edaletê dixwaze û roja hemû mirovahiyê ya 10ê Çileya Pêşîn a Roja Mafên Mirovan pîroz dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.