Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Qutiya reş a balafira me ya kargoya eskerî hatiye dîtin"

Zafer Fatih Beyaz  | 12.11.2025 - Rojanekırın : 12.11.2025
Serokomar Erdogan: "Qutiya reş a balafira me ya kargoya eskerî hatiye dîtin"

Ankara

 Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê balafira kargoyê ya eskerî ya li ser sînorê Gurcistan-Tirkiyeyê ket xwarê got, "Qutiya reş a balafira me hatiye dîtin, lêkolîn hatine destpêkirin."

Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Erdogan li Hola Konferansê ya AK Partiyê beşdarî Civîna Serokwîlayetan a Berfirehkirî ya partiya xwe bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan li ser balafira kargoyê ya eskerî ya li ser sînorê Gurcistan-Tirkiyeyê ket axivî û wiha got:

"Qutiya reş a balafira me hatiye dîtin, lêkolîn hatine destpêkirin. Em gihîştin termên 19 şehîdên xwe, xebatên lêgerîna termê dawîn jî berdewam e. Em kêlî bi kêlî xebatên li qadê dişopînin, em ê bihêlin ku lêkolînên pêwîst bi hûrgilî bên kirin û bûyer bi hemû aliyên xwe va bê ronîkirin. Wezareta me ya Parastina Neteweyî û Serokatiya Ragihandinê, bi awayekî rêkûpêk agahiyan didin raya giştî, ewê vê bidomînin."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Ez tikayê ji gelê me dikim, bila li hemberî derewan hişyar bin, prîmê nedin yên ku ji bo siyaseta qirêj xwe nizim dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.