Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Qetlîama ku rêvebiriya Netanyahu li Xezeyê kir, weke deqeke kirêt ket dîrokê"

Barış Gündoğan  | 02.12.2023 - Rojanekırın : 03.12.2023
Serokomar Erdogan: "Qetlîama ku rêvebiriya Netanyahu li Xezeyê kir, weke deqeke kirêt ket dîrokê"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da got: "Li holê bûyereke mezin ya terorê heye. Ev terora dewletê ye û em nikarin li hember vê terora dewletê bêdeng bimînin."

Erdoganê ku ji bo Civîna Çalakiya Avûhewayê ya Dinyayê çûbû Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban dema vegerê di balafirê da pirsên rojnamevanan bersivand.

Ji bo şerê di navbera Îsraîl û Filistînê diqewime da Erdogan wiha axivî: "Rêvebirên Îsraîlî yên ku bi salan digotin 'em mexdûrê komkujiyê' ne êdî şibiyane kujerên bav û kalên xwe. Qetlîama ku rêvebiriya Netanyahu li Xezeyê kir, weke deqeke kirêt ket dîrokê. Ev deq li eniya wan dewletan jî ketiye ku bêyî şerm û merc piştgiriyê didin."

Erdogan got divê Netanyahu û yên piştgiriyê didin wî ji hêla mehkemeya cezayê ya navneteweyî va bên cezakirin û wiha axivî: "Li holê bûyereke mezin ya terorê heye. Ev terora dewletê ye û em nikarin li hember vê terora dewletê bêdeng bimînin. Heviya me ew e ku Netanyahu di serî da yên komkujiyê dikin û li ser sûc hatin qefaltin, ev qesabên Xezeyê cezayê ku hewce dike hildin."

Serokomar Erdogan anî ziman ku ew Hemasê wek rêxistineke terorê bi nav nake û wiha got: "Ez li ser heman fikrê me. Kî çi dibêje bila bibêje ez Hemasê tu carê wek rêxistineke terorê qebûl nakim. Nikarim wisa jî teswîr bikim. Hûn PKKyê, YPGyê û FETOyê xelat dikin, heta wisa ku di Ofîsa Gilover da diezimînin û bendê dimînin ku em Hemasê wisa bi nav bikin, ev nabe."

Erdogan daxuyand ku li Filistînê divê çareseriyeke dudewletî çêbibe û wiha pê da çû: "Gava em li ser çareseriya dudewletî bisekinin wê meseleya Xezeyê û gefa dualî ji holê rabe. Tunekirin û nehesibandina Hemasê senaryoyeke rasteqîn nîne. Me mixatabên xwe anîn wê astê ku heke ji bo Xezeyê çareseriyeke dudewletî nebe di vê mijarê da nîqaş wê êdî neyên kirin."

- "Zêdekirina mehaniya herî kêm di salê da carekê ye"

Serokomar Erdogan der barê aboriyê û kesên sextekariyê dikin da jî axivî.

Erdogan anî ziman ku mehaneya herî kêm wê bê zêdekirin û wiha got: "Zêdekirina mehaniya herî kêm di salê da carekê ye. Bi zêdekirineke di carekê da ev kar diqede. Me heya îro welatiyên xwe dibin enflasyonê da nedane pelçiqandin. Wezîrê me yê Xebatê piştî ku hevdîtinên bi karker û nûnerên karkeran ra xelas kir wê encamê bîne. Mehaneya herî kêm ya herî baş çi be, em ê jî biryara wê bidin."

Erdogan der barê kesên ku welatiyan dixapînin û dibêjin ew ê bi hêsanî pereyan qezenc bikin da jî wiha got: "Welatiyên me divê nekevin dafika sextekarên soza qezenckirina pereyan didin û dibêjin hûnê di demeke kin da kareke mezin bikin. Dewlet li dû wan e û lîstikan xirab dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.