Serokomar Erdogan: "Qedera Tirkiyeyê kovareke Îngilizan tayîn dike? Gelê min çi bibêje li Tirkiyeyê ew dibe"
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo berga The Economîstê wiha got, "Qedera Tirkiyeyê kovareke Îngilizan tayîn dike? Gelê min tayîn dike. Gelê min çi bibêje li Tirkiyeyê ew dibe."
Erdogan nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Hz. Elî kir û di pey ra daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê teqwîm û bernameya hilbijartinê da got em ketine destê cahilên wisa ku niha hê nizanin rayeya hilbijartinê di destê kê da ye.
Erdogan der barê berga skandal ya The Economîstê da ku li ser Tirkiyeyê hatibû amadekirin wiha got, "Qedera Tirkiyeyê kovareke Îngilizan tayîn dike? Gelê min tayîn dike. Gelê min çi bibêje li Tirkiyeyê ew dibe."
Serokomar Erdogan diyar kir partiyên mixalefetê ji niha da behsa 14ê Gulanê dikin û got ku ev jî gaveke xêrê ye.
Erdogan destnîşan kir Yûnanistan li giravan çekan bi cî dike û bi vî awayî gavên dijî Lozanê û peymanên din diavêjin.
Serokomar Erdogan ji bo daxuyaniyên Serokwezîrê Yûnanistanê Kirîakos Mîçotakîs wiha got, "Gotinên Mîçotakîs bi taybetî ji bo destnîşankirina qedera herêmê têrê nakin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
