Serokomar Erdogan: "PKK, YPG û PYD, lê ji hemiyan wêdetir FETO weke rêxistineke terorê ketiye tomarên NATOyê"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "PKK, YPG û PYD ketine tomarên NATOyê de lê ji hemiyan wêdetir FETO weke rêxistineke terorê ketiyê."

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "PKK, YPG û PYD ketine tomarên NATOyê de lê ji hemiyan wêdetir FETO jî weke rêxistineke terorê ketiyê."
Serokomar Erdogan li ATO Congresiumê beşdarî Civîna Şêwr û Nirxandina Şaredarên Serdema Borî bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan got, "Hilbijartinên Dodurgaya Çankiriyê yên ku hefteya borî hatin kirin wek nîşaneyeke îrfana Anadoluyê cihê xwe yê di dîroka me ya siyasî da girt."
Serokomar Erdogan got, "PKK, YPG û PYD ketine tomarên NATOyê de lê ji hemiyan wêdetir FETO jî weke rêxistineke terorê ketiyê."
Erdogan wiha pêde çû:
"Înşalla bi meha sibat û ya adarê re emê enflasyonê têxin bin kontrolê û emê rêya xwe wisa bidomînin. (2023) Ev hilbijartin hilbijartineke wisa nîn e ku tê de bi qehir, dilşikestin û nefsaniyetê tevger tê de were kirin. Ji bo destjêbernedana avakirina Tirkiyeya mezin û hêzdar pêdivê hilbijartinên 2023yan li Meclisê Îtîfaqa Cumhûr, ya Serokomariyê jî em qezanc bikin. "