Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Piraniya pir a civakê piştevaniya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dike"

İrem Demir  | 30.05.2025 - Rojanekırın : 31.05.2025
Serokomar Erdogan: "Piraniya pir a civakê piştevaniya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dike"

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û got, "Jibilî kemîneya bextewer a ku li dijî her tiştî derdikeve saziya siyasetê û piraniya pir a civakê piştevaniya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dike."

Serokomar Erdogan li Navenda Fînansê ya Stenbolê, di 2yemîn Lûtkeya Aboriya Îslama Cîhanê ya Stenbolê da axivî.

Erdogan got, "Divê alema Îslamê di warê ticaret, veberhênan, fînans û hevkariyê da derfetên xwe hê zêde bike. Di atmosfera kaotîk ya aboriya kurewî da wê helwestên fînansa Îslamî ya etîk, adil û domdar baş bên nirxandin û lêkolînkirin."

- "Ez ê hêviya xwe ya ji bo aboriya bêfaîz daîm bibêjim"

Serokomar Erdogan: "Tevî hemî teşwîqên me, li welatê me bankevaniya beşdariyê di rêjeya ji sedî 8,1ê da ma, rastî em vêya kafî nabînin. Ez ê hêviya xwe ya ji bo aboriya bêfaîz daîm bibêjim. Em ê têkoşîna xwe ya dijî guherandina pergala aboriya faîzê bidomînin. Bernameya aboriyê ya ku di 2 salên dawîn da, me mesafeyeke baş tê da birî, em biryardar in, heta em bigihin armancên xwe emê cîbicî bikin."

Erdogan ji bo herêma erdhejê got, "Di 2 salên dawîn da, meblexa ku me bi vê armancê xerc kir, gihîşt 75 milyar dolarî. Me mifteya 201 hezar xaniyan teslîm kir. Em ê gorî hewcedariyên konjonktura aboriyê û sektoran pakêtên alîkariyê yên nû bidin destpêkirin."

- Îkramiyeya Malnîşinan

Serokomar Erdogan got, "Ez mizginiyê didim ku îkramiyeya Cejna Qurbanê ya malnîşinên me ku 4 hezar lîre ye, ji sibehê pê va emê dest bi dayinê bikin."

- "Piraniya civakê piştevaniya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dike"

Erdogan bal kişand ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û got, "Jibilî kemîneya bextewer a ku li dijî her tiştî derdikeve saziya siyasetê û piraniya pir a civakê piştevaniya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dike. Heger bûyerên Geziyê nebûna ku bi hinceta veguhastina çend daran dan setpêkirin, Tirkiye îro wê li asteke hê cihê bûya."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.