Serokomar Erdogan: "Pêwistiya Tirkiyeyê bi hembêzkirinê heye ne bi ne bi cemsergiriyê"

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Pêwistiya Tirkiyeyê bi hembêzkirinê heye ne bi ne bi cemsergiriyê. Pêwistiya Tirkiyeyê heye ku eniya xwe ya navxweyî hêzdar bike."
Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê ya Stenbolê li Lijneya Giştî ya Asayî ya MUSÎADê ya 28emîn da axivî.
Serokomar Erdogan li ser MUSÎADê wiha got, "Ne tenê di dema 28ê Sibatê da, berê jî û di pey ra jî MUSÎADê daîm ji bo demokrasî, edalet, hiqûq û azadiyê helwesteke zexim nîşan daye."
Erdogan bal kişand ser rewşa aboriyê û got, "Em dibînin ku aboriya kurewî hewl dide di nava deryayeke bi bahoz da pêş bikeve. Ji bo kevir li cihê xwe rûnin û av aram bibin hinekî wext lazim e. Enflasyona salane ev 11 meh e bê navber dadikeve. Di nîsanê da em gihîştin nizimtirîn asta 40 mehên dawîn. Înşelle ewê berdewamiya wê jî were. Di demekê da ku em bi xurtî birînên erdhejê dipêçin, disiplîna xerckirinê û tedbîrên teserufê ya ku me par da destpêkirin, em îsal jî bi biryardarî didomînin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser Bankeya Navendî û got, "Operasyonên derdorên melûm di destê wan teqiya. Lewra ji vê hefteyê pê va rezervên me dîsa zêde dibin."
Serokomar Erdogan herwiha got, "Li hember pêldanên ku di 1,5 mehên dawîn da çêdibin me ezmûneke serkeftî da. Me careke din dît ku bername li dijî hewlên sabotajê çendî qewî ye."
Erdogan wiha pê da çû:
"Ti kes nikare bi mehneya mixaleftîkirinê welatê xwe şikayetî biyaniyan bike û hewl bide aboriya welatê xwe têk bibe. Pêwistya Tirkiyeyê bi hembêzkirinê heye ne bi ne bi cemsergiriyê. Pêwistiya Tirkiyeyê heye ku eniya xwe ya navxweyî hêzdar bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.