Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Netanyahu ji hêla îdeolojiyê va bi Hîtler ra eqreba ye"

Ekip  | 16.09.2025 - Rojanekırın : 16.09.2025
Serokomar Erdogan: "Netanyahu ji hêla îdeolojiyê va bi Hîtler ra eqreba ye"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Netanyahu ji hêla îdeolojiyê va bi Hîtler ra eqreba ye. Çawa ku Hîtler têkçûna ku li benda wî bû nedît, her wisa wê heman aqûbet bê serê Netanyahu jî."

Serokomar Erdogan li Dohaya paytextê Qeterê beşdarî Civîna Derasayî ya Hevpar a Teşkîlata Tevkariya Îslamê û Lîga Ereban bû û di rêya vegerê da di balafirê da daxuyanî da rojnamevanan û pirsên wan bersivandin.

Serokomar Erdogan der barê êrîşa Îsraîlê ya li dijî heyeta Hemasê ya li Qeterê da wiha got: "Heyeta mizakereyê bû hedefa vê êrîşa xayîn ku ev dijî pergal û hiqûqa navneteweyî bi eşkere meydanxwendin e."

Erdogan anî ziman ku welatên Rojavayî heke Filistînê wekî dewlet nas bikin Îsraîl wê tengasiyê bikşîne û wiha axivî: "Ji aliyê welatên Rojavayî va wekî dewlet naskirina Filistînê, li gor baweriya min wê Îsraîlê zêdetir tengav bike. Em careke din li Neteweyên Yekbûyî (NY) vê yekê bînin rojevê."

Serokomar Erdogan rêvebiriya Îsraîlê û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu rexne kir û wiha got: "Kesên rêvebiriya Îsraîlê dikin, hişmendiya xwe ya radîkal kirine îdeolojiyeke faşîst û weke şebekeyeke kuştinê tevdigerin. Netanyahu ji hêla îdeolojiyê va bi Hîtler ra eqreba ye. Çawa ku Hîtler têkçûna ku li benda wî bû nedît, her wisa wê heman aqûbet bê serê Netanyahu jî."

Der barê hevkariya welatên Îslamê da jî Serokomar Erdogan wiha axivî: "Gelek girîng e ku welatên Îslamê di nava hev da mekanîzmayên ewlehî, hevkarî, îstixbarat û rêvebirina qeyranê ava bikin."

Serokomar Erdogan behsa aramiya gel û welatiyên Elewî kir û wiha axivî: "Em ê tu carî destûrê nedin ku kuçeyan tevlihev bikin. Çi hewce bike, beriya ku derengî bikeve em ê bikin û em firsendê nadin ku hizûra milet xerab bikin. Ez gotinên nebaş û cudakar ên dijî canên me yên Elewî tên gotin, şermezar dikim. Em bi welatiyên me yên Elewî ra wekî goşt û neynûkan in. Tu kes nikare bi awayekî bêperwa yekîtî û aştiya civakî ya vî welatî bike hedef. Nikare cudahiyeke wekî Elewî-Sunnî jî bike. Em destûtê nadin vê yekê."

Ji bo doza kongreya CHPyê jî Serokomar Erdogan wiha got: "Di tu dereke vê dozê da AK Partî tuneye. Kesên gilîdar û kesên tên darizandin jî di korîdorên CHPyê da digerin. Kesên ku dixwazin partiyên siyasî krîmînalîze bikin, beriya her tiştî zirara herî mezin didin partiya xwe."

Serokomar Erdogan anî ziman di serdema pêş da jî wê beşdariya AK Partiyê dewam bike û wiha pê da çû: "Ez bawer dikim ku beşdarbûn wê di serdema pêş da jî dewam bikin. Însan AK Partiyê wekî partiyeke biîstiqrar û xwedî kadroyên xurt tercîh dikin."

Serokomar Erdogan got ji bo ku welatiyên kêmdahat bibin xwedî xanî xebatên wan hene û wiha dewam kir: "Nexasim ji bo ku welatiyên me yên kêmdahat bibin xwedî xanî, amadekariyên me hene. Min telîmata bilezkirin û berbelavkirina li giştiyê welêt a vî karî da. TOKÎ li 81 bajarî lêkolîna erazî û erseyan, xebatên projeyan û pêvajoyên kifşkirina maliyetê didomîne. Meha pêş em ê hemû hûrgiliyan bi gelê xwe ra parve bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.