Tirkiye

Serokomar Erdogan: (Mixtiraya sêalî) Sozên tên dayîn girîng in, lê ya girîng tevger e

Ali Kemal Akan  | 01.07.2022 - Rojanekırın : 01.07.2022
Serokomar Erdogan: (Mixtiraya sêalî) Sozên tên dayîn girîng in, lê ya girîng tevger e

Ankara

Serokomar Erdogan:  "(Mixtiraya sêalî) Sozên tên dayîn girîng in, lê ya girîng tevger e. Wek welatekî di mijara terorê da çend caran ji pişta xwe hatiye xençerkirin em bi tevdîr tevdigerin."

 (Mixtiraya sêalî): "Ji vir şûn da ji bo endamên FETO û PKKyê meşandina propagandaya terorê, êrîşên dijî welat û welatiyên me, şewitandina der û dorê wê zehmettir be."

"Swêd wê 73 terorîstan ji me ra bişîne. Niha jê 3-4 kes şandin, lê têrê nake. Wezareta Edaletê Karên Derva û MÎT wê ji nêz va bişopînin."

 "(NATO) Di Qada Stratejîk da cara ewil e ku me da qeydkirin rêxistinên terorê ji bo gelê me, axa me û hêzên ewlehiyê tehdîd in."

"Di civîna NATOyê da hemû serokan got 'Em bibin navbeynkar û we bi Yewnanistanê ra bînin bal hev'. Me got 'qusirê nenihêrin, niha wextê me ji bo vê tune

 "Ne Kiliçdaroglu û ne jî Akşener ferî siyasetê bûye. Çawa dikevî NATOyê û çawa nakevêyî, haya wan ji van tiştan tune. Divê ewil fêrî vê bibin."

"Ez dizanim ku Komîsyona Tesbîtê ya Mehaneya Kêmtirîn wê asta herî baş eşkere bike. Em ê jî înşallah xebera mizgîniyê bidin karker û kedkarên xwe."

 "(Mehaneya Kêmtirîn) Soza me û biryara me heye ku li hemberî enflasyonê em ê tu welatiyekî xwe jî nedin êşandin. Li gor şert û mercan çi hewce dike, em ê wê bikin."

 "(Biryara Pinar Gultekînê) Mijara îdamê dibe ku dîsa bê rojeva welatê me. Wehşetek li holê heye ku ev wehşet ne li gor vî miletî ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın