Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Milet şeva 15ê Tîrmehê destaneke navdar nivîsî"

Sarp Özer  | 15.07.2025 - Rojanekırın : 16.07.2025
Serokomar Erdogan: "Milet şeva 15ê Tîrmehê destaneke navdar nivîsî"

TBMM

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Milet piştî Çanakkale û Têkoşîna Neteweyî, şeva 15ê Tîrmehê bi can û xwîna xwe destaneke navdar a wisa nivîsiye ku wê heta qiyametê were bibîranîn."

Erdogan li Meclisê di "Bernameya Bîranîna Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê" da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir rastiya ku Tirkiye ji Tirkiyeyê mezintir e, şeva 15ê Tîrmehê dîsa ji berê hê eşkeretir hat fehmkirin.

Erdogan destnîşan kirşeva 15ê Tîrmehê, dewlet û gelê me bi rûyekî sipî ezmûneke dijwar derbas kir ku ev di dîroka wan da pêngaveke pir girîng bû û wiha axivî, "Milet piştî Çanakkale û Têkoşîna Neteweyî, şeva 15ê Tîrmehê bi can û xwîna xwe destaneke navdar a wisa nivîsiye ku wê heta qiyametê were bibîranîn."

Serokomar Erdogan diyar kir di dinyaya piralî da Tirkiyeya me wê weke aliyekî nû ciyê ku heq dike bigire.

Erdogan diyar kir "Tirkiyeya Bêteror" wê kilîda pêvajoya herêma bêteror veke û wiha dewam kir, "Sedsala Tirkiyeyê wê zêdetir bilez bibe. Têkoşîna şehîd û xaziyên me badilhewa nebûye û wê badilhewa jî nebe. 'Tirkiyeya Bêteror' ku em gav bi gav ava dikin wê berhema wan be. Ez wisa bawer dikim ku Meclis wê wekî şeva 15ê Tîrmehê hemû cudahiyên xwe dayne alîkî û piştgiriyeke xurt bide têkoşîna xelasbûna ji terorê ya welatê me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.