Serokomar Erdogan: "Mensûbê kîjan nîjadê dibin bila bibin, hemû welatiyên me taca serê me ne"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Taxa Yeşîlbayirê ya Mamakê ser Kolana Sagduyuyê di Merasima Vekirina Komî da axivî.
Serokomar Erdogan got: "Heke tevî teror û tundiyê nebûbe, vî miletî ra îxanet nekiribe, deng dide kîjan partiyê bira bidê, me her kes hembêz kiriye. Nijad, meşreb, fikr û nêrîna wan a siyasî çi dibe bira be, hemû welatiyên me taca serê me ne."
Erdogan bal kişand ser kesên ku ferq û cudatiyê dixin nava welatiyan û wiha dewam kir: "Kê ferq û cudatiyê dixe navbera herêman, merivan li gorî neteweya wan ji hev cuda dike, hizûra vî miletî naxwaze. Rêvebiriya CHPyê ku nûnerê îroyîn ê hişmendiya partiya tekane ye, di warê nijadperestî, cudakarî û cihêkariyê da dîsa bi rabirdûya xwe ya xerab ra ketiye pêşbaziyê."