Serokomar Erdogan: "Me Tirkiye kir yek ji wan welatên ku xwediyê şaxa firînê ya herî fireh a dinyayê"
Ankara
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Merasima Vekirinê ya Pîsta 3yem, Kûleya Nû û Tesîsên Temamker a Balafirgeha Esenbogayê da axivî.
Erdogan got "Bi armanca tu dereke dinyayê nemîne ku em neçûnê, me Tirkiye kir yek ji wan welatên ku xwediyê şaxa firînê ya herî fireh a dinyayê."
Serokomar Erdogan li ser hejmara balafirgehên ku hatine vekirin û der barê jimara rêwiyan da agahî da û wiha got, "Bi balafirgehên me yên Yozgat û Bayburt-Gumuşhaneyê yên ku çêkirina wan dewam dike va, ev hejmar wê di demeke nêzîk de bigihêje 60î. Di 2002yê da jimara rêwiyên ku li xetên navxweyî û dereke seyahet kirin tenê 34,5 milyon bû, di sala 2025an ev jimar ji 247 milyonî derbastir bû."
Erdogan bal kişand ser kapasîteya Balafirgeha Stenbolê û wiha axivî: "Balafirgeha me ya Stenbolê par nêzî 84,5 milyon rêwî kirin mêvan, ji aliyê jimara rêwiyan va li Ewropayê bû 2yemîn, li dinyayê bû 7emîn."
Serokomar Erdogan qala qîmeta mesrefa çêkirina pîsta 3yem a Balafirgeha Esenbogayê û kûleya wê ya nû kir û wiha got, "Qîmeta projeyê 298 milyon ewro ye, lê ji bo çêkirinê qurişek jî ji kaseya dewleta me derneket."
Serokomar Erdogan got: "Kapasîteya rêwiyan a Balafirgeha me ya Esenbogayê salê 20 milyon e, em ê vê kapasîteyê derxin 30 milyonî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
