Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Me Komara Tirkiyeyê" di her qadê da anî asteke ku dikare bi dinyayê ra reqabetê bike"

Türkan Tosun  | 10.11.2025 - Rojanekırın : 10.11.2025
Serokomar Erdogan: "Me Komara Tirkiyeyê" di her qadê da anî asteke ku dikare bi dinyayê ra reqabetê bike"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Me Komara Tirkiyeyê ya ku Xazî jê ra dibêje 'berhema min a herî mezin e' wekî ku wî xeyal dikir, di her qadê da anî asteke ku dikare bi dinyayê ra reqabetê bike."

Serokomar Erdogan di merasima bibîranînê ya ji ber salvegera 87emîn ya mirina Xazî Mustafa Kemal Ataturk li Saziya Bilind a Çand, Ziman û Dîrokê ya Ataturk hat lidarxistin da axivî.

Erdogan anî ziman ku li ser rojên neteweyî niqaşên ku civakê aciz dikin tên kirin û wiha axivî: "Di van demên dawî da me dît ku hewl tê dayîn ku li ser rojên me yên neteweyî nîqaşên wêranker, maşandî û yên ku civakê aciz dikin, bên kirin û ew bên rojevê. Çawa ku em dijî wan kesên ku di medyaya civakî û siyasetê da bi maskeya Ataturk dijminatiya gel dikin disekinin, her wisa em dijî gotinên biheqaret yên li dijî Xazî Mustafa Kemal jî disekinin."

Serokomar Erdogan got wan Komara Tirkiyeyê di her qadê da aniye asteke ku dikare bi dinyayê ra reqabetê bike û wiha dewam kir: "Me Komara Tirkiyeyê ya ku Xazî jê ra dibêje 'berhema min a herî mezin e' wekî ku wî xeyal dikir, di her qadê da anî asteke ku dikare bi dinyayê ra reqabetê bike. Me bi tank û topên xwe va fîşenga reqabetê avêt dinyayê. Niha em li ser her bihûsteke axê bi veberhênan û berhemên xwe yên mezin va Sedsala Tirkiyeyê ava dikin."

Erdogan destnîşan kir ku wan di 23 salan da ji bo welêt gelek xebatên curbicur kiriye û wiha pê da çû: "Me her tiştê ku digotin 'hûn nikarin bikin', hemû yek bi yek kir. Meriv çawa xizmeta Komarê dike, me di 23 salan da bi carbecar nîşan da. Înşallah em ê hê bi salên dirêj ji bo Tirkiyeyê bixebitin, xizmetê bidin welatê xwe, hilberîna berheman bikin û di her warî da welatê xwe bigihînin armancên wê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.