Tirkiye

Serokomar Erdogan: Me bajarên xwe tenê di 3 salan da ji nû ve ava kirin û vejandin

Ekip  | 06.02.2026 - Rojanekırın : 06.02.2026
Serokomar Erdogan: Me bajarên xwe tenê di 3 salan da ji nû ve ava kirin û vejandin

Ankara

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Em teslîmî siyaseta wan a jehrîn a ku dixwest me bitirsînin û îradeya me bişkînin nebûn. Tenê di 3 salan da, me bajarên xwe jinûve ava kirin û vejandin."

Serokomar Erdogan di Bernameya Bîranîna Erdhejên 6ê Sibatê û Merasima Vekirina Komî ya Veberhênanên Qediyayî da ya ku bi mijara "Dîsa ji Xweliya Xwe Vejiya, Li Hêza Tirkiyeya Min Binêrin" hat lidarxistin da axivî.

Erdogan got, "Ev erdheja yek ji mezintirîn afata dîroka me ye, ji bo aboriya me rasterast zirareke bi 104 milyar dolarî û nerasterast jî zirareke bi 150 milyar dolarî çêkir. Me mînaka herî baş ya hevgirtina dewlet-gel nîşan da û birînên erdhejê bi hev ra derman kirin. Me careke din hêza Tirkiyeyê nîşanî cîhanê da."

Serokomar Erdogan rexne li mixalefetê girt û got, "Xwestin ku hestên erdhejzedeyên me îstismar bikin. 'Turîstên erdhejê' tu buxtan, derew û dezenformasyon nema ku kirin. Xweziya hemûyan di gewriya wan da ma. Miradê yên li bendê bûn ku îqtidar û îtifaqa me di bin kavilan da bimîne bi cih nehat, gelekî xeyalşikestî bûn. Em teslîmî siyaseta wan a jehrîn a ku dixwest me bitirsînin û îradeya me bişkînin nebûn. Tenê di 3 salan da, me bajarên xwe jinûve ava kirin û vejandin."

Erdogan her wiha ji bo Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got, "Ev 3 sal in, her tim we rexne girtin, we bêbextî kirin, qet nebe îro spasiya dewleta xwe ya ku 455 hezar xanî radest kirin, bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.