Serokomar Erdogan malbata Hind Rajaba ku li Xezeyê hat kuştin, qebûl kir
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan malbat û eqrebayên Hind Rajaba 6 salî qebûl kir ku li Xezeyê piştî êrîşa Îsraîlê di wesayîtekê da mehsûr ma û mir.
Serokomar Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di civînê da eleqeyeke taybet nîşanî zarokên malbatê da.
Hin ferdên malbatê yên ku nehatibûn jî Serokomar Erdogan bi wan ra ser têlefonê bi dîmen xeberda. Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy jî beşdarî civînê bû.
Fîlma "Dengê Hind Rajabê" ku li ser jiyana Hind Rajabê hat kişandin, li Kuliyeya Serokomariyê di pêşandina taybet da hatibû temaşekirin û ferdên malbata Hind Rajabê jî beşdarî pêşandina fîlmê bûbûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
