Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Li seranserê cîhanê her sal 7 milyon kes ji ber nexweşiyên tutinê dimirin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Li seranserê cîhanê her sal 7 milyon, li welatê 100 hezar kes ji ber nexweşiyên bi sedema kişandina tutinê dimirin."

Ahmet Aydın  | 31.05.2020 - Rojanekırın : 01.06.2020
Serokomar Erdogan: "Li seranserê cîhanê her sal 7 milyon kes ji ber nexweşiyên tutinê dimirin"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi boneya "31ê Gulanê Roja Na bo Tutinê" ji Qesra Huberê bi rêya telekonferansê ji bo ciwanan axivî.

Serokmar Erdogan bal kişand mirinên ji ber nexweşiyên bi sedema tutinê û wiha got, "Li seranserê cîhanê her sal 7 milyon, li welatê 100 hezar kes ji ber nexweşiyên bi sedema kişandina tutinê dimirin. Cihên şahiyê û cihên kişandina nargîleyê dê maweyeke din jî girtî bimînin. Em di serdemeke wisa de dijîn ku hirsa qezenckirina pereyan dikeve pêşiya nirxên mirovî herwiha jiyana mirovan. Di serê sektorên ku kapîtalîzma hov sîrayetî nav kiriye de endustriya tutinê heye. Hemû hewlên me yên ji sererastikirina qanûna alkolê, herwiha ya têkoşîna dijî terorê hat xwestin bên rêgirîkirin."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Tirkiye salên 1970yî wezaretên Gumruk û Tekelê jî dîtin ku bi hêviya "Xwedê bikim têr eraq û cixare bê vexwarin' meyxane vedikirin. Em çiqasî ciwanên xwe di warê zirarên cixare, eraq û hişbirê de hişyar bikin, emê hewqasî bi pêbawerî li siberojê binerin. Endustriya tutunê ev 10 sal e qeseyên xwe dadigire, bi milyonan ciwan ji azadiyê mehrûm kir, ew neçarî jiyaneke alûde kirin."

Serokomar Erdogan got, "Em barê herî giranê yê bacê li cixareyê dikin. Em gelekî ji welatiyên xwe yên mubtelayên cixareyê dikin. Em dibêjin ka em buhayên cixareyên wan zêde bikin dibe ku wê demê hêdî hêdî jê birevin lêbelê nizanim çima narevin. Lê dîsa jî emê bacê li cixareyê barkin." Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın