Serokomar Erdogan: "Li ber çavên dinyayê rojnamevanên Filistînî bi hovane tên kuştin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Li ber çavên saziyên çapemeniyê yên dinyayê ku mixalefeta li welatê me wan weke meqamê gilîkirinê dibînin, rojnamevanên Filistînî bi hovane tên kuştin."
Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di bernameya "Xelatên Anadolu Medyayê ya 10an" da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir heta ku dengê medyaya Anadoluyê berz be, înşeallah wê demokrasîya wan jî geş bibe û li ser xîmên saxlem bilind bibe.
Erdogan diyar kir li ber çavên dinyayê rojnamevanên Filistînî bi hovane tên kuştin û wiha peyivî, "Li ber çavên saziyên çapemeniyê yên dinyayê ku mixalefeta li welatê me wan weke meqamê gilîkirinê dibînin, rojnamevanên Filistînî bi hovane tên kuştin."
Serokomar Erdogan diyar kir bi taybetî li ser navê 'hevpeyvîna kuçeyê' li kuçeyan tevgerên terorî tên kirin û wiha got, "Kî mîkrofonê hildide wî heqî di xwe da dibîne ku heqaretê li gel bike. Li Tirkiyeyê di bin banê çapemeniya azad da celadîya heysiyetê tê kirin ku ev li tu welatekî demokratîk ya dinyayê bi vî qasî bê pirsiyarî ne mimkune bê kirin."
Erdogan di berdewamiyê da got, "Em siyanetê nîşanî medyaya ku ji bo endazyariya civakî li ser navê hêzên biyanî dibin amûrê operasyonê, nadin û wan qebûl jî nakin."
