Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Ji xeynî bihêzbûnê tu vebijêrkeke din ya Tirkiyeyê tuneye"

Dilhan Türker Yıldız  | 16.12.2025 - Rojanekırın : 17.12.2025
Serokomar Erdogan: "Ji xeynî bihêzbûnê tu vebijêrkeke din ya Tirkiyeyê tuneye"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Hem ji bo parastina berjewendiyên xwe û hem jî ji bo ku destê alîkariyê bide birayên xwe, ji xeynî bihêzbûnê tu vebijêrkeke din a Tirkiyeyê tuneye."

Erdogan li Salona Pêşangehê ya Gel ya Beştepeyê di Konferansa Balyozan ya 16emîn da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Pergala heyî ya ku xwedîhêzan welew neheq bin diparêze û mezlûman jî welew mafdar bin diperçiqîne, bi dehê salan e bêîstîqrarî, qeyran û neheqî çêkiriye. (Li Sûriye) Dema qetlîam 13 sal û nîv dewam kir, ji bilî welatên xwedîwijdan, kesên ku xwe wekî parêzvanên demokrasî û mafên mirovan nîşan didan dengê xwe nekirin."

Erdogan diyar kir li Xezeyê niha gelek dayik, jin û zarok li dayik, bav û hevjînên xwe digerin yan jî li benda xeberên der barê aqûbeta wan da ne û wiha axivî, "Gava em li tevahiya resmê dinihêrin, piraniya saziyên navneteweyî îro fena meytekî di destê mirîşo da bêcan, bêliv û bêkêr in. Hem ji bo parastina berjewendiyên xwe û hem jî ji bo ku destê alîkariyê bide birayên xwe, ji xeynî bihêzbûnê tu vebijêrkeke din a Tirkiyeyê tuneye. Çalakiyên mutecawiz ên Îsraîlê yên dijî Sûriyeyê halêhazir astengiya herî mezin a li ber îstiqrar û ewlehiya mayînde ya vî welatî ye. Bi bombeyên 14 qatê Hîroşîmayê Xeze hat wêrankirin. Em çawa dikarin behsa pergaleke navneteweyî ya fonksiyonel bikin ku pêşî li ber neheqiyê digire. (Li Xezeyê) Digel tengavkirinan sewqa alîkariya însanî peyderpey pêş dikeve. Me bi 103 hezar tonî zêdetir alîkariya însanî va li vê derê jî ferqa xwe nîşan da."

Serokomar Erdogan destnîşan kir sedsala ku tê da ne, ji bo ku têxin Sedsala Tirkiyeyê polîtîkayeke nazik û berhemdar gav bi gav disepînin û wiha peyivî, "Ez timî dibêjim, em hezar sal e li vir in, em bi hev ra dijîn û cîran in û înşellah em ê heya qiyametê jî li vir bin û bi hev ra bijîn."

Erdogan diyar kir hejmara kesên vegeriyan Sûriyeyê gihîşt 580 hezarî Û wiha got, "Vegera ewle, bi rûmet û bi xwastina dilê xwe ya mihaciran, her ku aramî biedile bêşik dê bileztir bibe."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê dahatûyeke ewledar tenê bi tesewira dîroka hevpar û dahatûya hevpar va pêkan e û wiha axivî, "(Li Sûriyeyê) Em pêşniyarên pêwîst ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê dikin ku heger pêk neyê xetereya krîzê di xwe da dihewîne."

Erdogan diyar kir Azerbeycan û Ermenistan li ber îmzekirina peymana aştiyê ne û got tevî diyaloga bi Azerbeycanê ra em jî pêvajoyên asayîkirinê yên bi Ermenistanê ra pêş va dibin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir divê bi şaxên dereke yên FETOya failê teşebisa derbeya 15ê Tîrmehê ra têkoşînê bi heman biryardariyê bidomînin û wiha dewam kir, "Em nikarin rê bidin ku ev şebekeya xayîn ku bûye amûra dijminên Tirkiyeyê careke din ji bo welat û demokrasiya me bibe gef."

Erdogan bal kişand ser êrîşên li Behra Reş û wiha got, "Xêra hedefgirtina keştiyên bazirganiyê, keştiyên sivîl ji tu kesî ra tuneye. Em hişyariya xwe bi awayekî zelal didin her du aliyan jî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın