Tirkiye

Serokomar Erdogan ji Serokê DYAyê Donald Trump re peyamek şand

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokê DYAyê Donald Trump re peyamek şand.

Ahmet Aydın  | 10.11.2020 - Rojanekırın : 11.11.2020
Serokomar Erdogan ji Serokê DYAyê Donald Trump re peyamek şand

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokê DYAyê Donald Trump re peyamek şand.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê Erdogan di peyama xwe ya ji bo Trump de anî ziman ku hêvî dike hilbijartinê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkaya dost û hevpeyman bibe sedema xweşiyê.

Serokomar Erdogan di peyama xwe de wiha got:

"Encamên fermî bi çi awayî bin, di 4 salên dawîn ên serokatiya we de, ji bo vîzyona we ya biryardar a dilsoz ku we ji bo geşepêdana têkiliyên Tirkiye-DYAyê li ser binemaya berjewendiyên hevpar û nirxên me, nîşan da, spasya we dikim. Ji bo hêjî pêşxistina dostaniya dîrokî, têkiliyên hevbeşî û hevpeymaniyê ya di navbera welatên me de, li ser zemîneke hêzdar di warê berjewendiyên me yên hevpar de lazimiyek e. Ez dixwazim hûn dilrehet bin ku emê weke Tirkiyeyê di serdema pêşiya me de jî di vê arasteyê de hemî hewlan bidin. Bi vê boneyê ji bo dostaniya we ya jidil careke din ji dil û can spas dikim. Hêvîdarim gelê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her di nava aşitî û aramiyê de be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.