Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Ji sala 2002yan heya îro me 13 hezar û 291 berhemên dîrokî dîsa anîne li welatê xwe"

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 06.08.2025 - Rojanekırın : 07.08.2025
Serokomar Erdogan: "Ji sala 2002yan heya îro me 13 hezar û 291 berhemên dîrokî dîsa anîne li welatê xwe"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Ji sala 2002yan heya îro me bi tevahî 13 hezar û 291 berhemên dîrokî li welatê xwe dane îadekirin."

Erdogan di Pêşangeha Serdema Zêrîn ya Arkeolojiyê û Sempozyuma Arkeolojiyê ya Navneteweyî da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Gelê me hezar sal e li vir e û em li ser vê axê dijîn. Înşellah em ê heya qiyametê jî li vir bin."

Erdogan destnîşan kir Tirkiye him di warê axê da û him jî di keşfên bin avê da di arkeolojiya cîhanê da di rêza yekê da ye û wiha axivî, "Piştî 86 salan me Mizgefta Kebîr ya Ayasofyayê dagerand ser nasnameya wê ya eslî û lê pêvajoyeke restorasyonê ya berfireh ya dîrokî da destpêkirin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser xebatên di warê arkeolojiyê da û got, "Di serî da welatê me, înşellah pisporên me wê gav bi gav li deverên ku piyê Tirkan pê ketiye, bigerin û mîrateya me ya çandî dê bi baldarî tomar bikin."

Erdogan got ku "Ji sala 2002yan heya îro me bi tevahî 13 hezar û 291 berhemên dîrokî li welatê xwe dane îadekirin."

Serokomar Erdogan diyar kir li Haydarpaşayê û Sirkeciyê wê him xizmetên gihandinê bidomin û him jî wê bi çand, huner û dîroka xwe li piya bimînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın