Tirkiye

Serokomar Erdogan: Ji nîvê duyem ê salê pê va em bibînin ku enflasyon dê dakeve

Ekip  | 25.03.2024 - Rojanekırın : 25.03.2024
Serokomar Erdogan: Ji nîvê duyem ê salê pê va em bibînin ku enflasyon dê dakeve

Ankara

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan got, "Ji nîvê duyem ê salê pê va em bibînin ku enflasyon dê dakeve. Ji bo berfirehkirina derfetên budceyê amadekariyên me hene."

Serokomar Erdogan di mitînga partiya xwe ya li Tokatê da ya li ber Salona Werzişê ya Huseyin Akbaş hat lidarxistin, xîtabî gel kir.

Erdogan di axaftina xwe da rexne li mixalefetê girt û wiha got, "Bi siyasetmedarên ji milîtanên rêxistinê sûleyê dixwin, partîvanî û şaredarîvanî nayê kirin. Meriv hesabê CHPyê yê rêvaçûna digel vê partiyê fêm nake. Bi tenê ji bo ku 3-5 şaredariyên din jî bi dest bixin bi DEMê ra tifaq kirin û hûn dibînin kê koçtiya van dike, ne wisa? Telîmat ji ku tê, ji Qendîlê. Piştî 31ê Adarê ya dê bibe temamkera 14-28ê Gulanê, welatê me dê şahidiya tasfiyeya vê hişmendiya mixalefeta dêm û berovajî bike."

Serokomar Erdogan her wisa di axaftina xwe da der heqê enflasyonê da jî wiha got, "Ji nîvê duyem ê salê pê va em bibînin ku enflasyon dê dakeve. Ji bo berfirehkirina derfetên budceyê amadekariyên me hene."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.