Tirkiye

Serokomar Erdogan ji bo Serokê Dewleta Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban Xelîfe bîn Zayîd Al Nahyan sersaxî da

Kaan Bozdoğan  | 13.05.2022 - Rojanekırın : 14.05.2022
Serokomar Erdogan ji bo Serokê Dewleta Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban Xelîfe bîn Zayîd Al Nahyan sersaxî da

Istanbul

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Serokê Dewleta Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban Xelîfe bîn Zayîd Al Nahyan sersaxî da û got ku Xwedê rehma xwe lêke, serê gelê Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban sax be.

Serokomar Erdogan li ser Twitterê bi Tirkî û Erebî daxuyanî da û wiha got, "Ez pê hesiyam ku Serokê Dewleta Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban û Mîrê Abû Dabiyê, birayê min ê bi qedr û qîmet Şêx Xelîfe bîn Zayed El Nahyan wefat kiriye û ez li ber xwe ketim. Xwedê rehma xwe lê bike, serê gelê Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban sax be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.