Tirkiye

Serokomar Erdogan ji bo Menderes, Polatkan û Zorlu peyam weşand

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Yek ji encamên darbeya 1960î ku di wijdanê gelê me de birîna kur vekir bê guman ji aliyê debekaran ve îdamkirina Serokwezîr Menderes digel Wezîrê Maliyeyê Polatkan û Wezîrê Karê Derve Zorlu ye. "

Ahmet Aydın  | 16.09.2020 - Rojanekırın : 17.09.2020
Serokomar Erdogan ji bo Menderes, Polatkan û Zorlu peyam weşand

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Yek ji encamên darbeya 1960î ku di wijdanê gelê me de birîna kur vekir bê guman ji aliyê debekaran ve îdamkirina Serokwezîr Menderes digel Wezîrê Maliyeyê Polatkan û Wezîrê Karê Derve Zorlu ye. Ew tişt ji aliyê demokrasî, edalet û mirovahiyê ve cihê şermê ye."

Serokatiya Ragihandinê ragihand ku Serokomar Erdogan bi boneya salyada îdamkirina Serokwezîr Adnan Menderes, Wezîrê Maliyeyê Hasan Polatkan û Wezîrê Karê Derve Fatîh Ruştu Zorlu ji aliyê derbekaran ve peyamek weşand.

Erdogan di peyama xwe de wiha got:

"Yek ji encamên darbeya 1960î ku di wijdanê gelê me de birîna kur vekir bê guman ji aliyê debekaran ve îdamkirina Serokwezîr Menderes digel Wezîrê Maliyeyê Polatkan û Wezîrê Karê Derve Zorlu ye. Ew tişt ji aliyê demokrasî, edalet û mirovahiyê ve cihê şermê ye. Bi êşa wan îdamên ku bi qasî 16 mehan, piştî derbeya 27ê gulana 1960î, 16 û 17ê gulana 1961ê çêbûn, dilê gelê me hat daxdan. Ewên ku bi binpêkirina hiqûq û edaletê Menderes, Polatkan û Zorluyê rehmetî, birin îdamê digel piştevanên derbekaran, dê ti caran rûreşiya wan ji holê ranebe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın