Serokomar Erdogan: "Ji bo gelê Filistînê bigihêje siberojeke azad em ê hemû derfetên xwe li qadê bidomînin"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ji bo ku gelê Filistînê bigihêje siberojeke azad, bi rûmet û murefeh em ê tevî hemû derfetên xwe mayîna xwe ya li qadê bidomînin."
Burhanettîn Duranê Serokê Ragihandina Serokomariyê di daxuyaniya xwe ya li ser NSosyalê da diyar kir ku Serokomar Erdogan ji bo Rojnameya El Paisê ya Îspanyayê bi sernavê "Merhemeta Sînor Derbas Kirin: Îtifaqa Şaristaniyan û Dîplomasiya Însanî" gotarek nivîsî.
Hat diyarkirin, gotara ku li ser malpera Serokatiya Ragihandinê jî hat parvekirin Erdogan di 19ê Tebaxê da bi wesîleya "Roja Alîkariya Mirovî ya Cîhanî" nivîsî.
Erdogan di nivîsê da bal kişand ku aştî, ewlehî û refaha hevbeş hew bi helwesta hevkariyeke li ser esasê rêzgirtin, edalet û samîmiyeta dualî ya di navbera gelan da pêkan e.
Erdogan her wiha destnîşan kir ku Tirkiye û Îspanya wekî du dost û şaristaniyên qedîm û bihêz ên ku her yek li aliyekî Behra Spî cih digire, şopînerên heman îdealan in û ji xeynî peywendiyên siyasî yên dualî, hevkariya wan a di qadên wekî bazirganî, vejen û parastinê da ji hêla îstiqara Ewropa-Behra Spî xwedan giringiya stratejîk e.
Serokomar Erdogan her wiha bal kişand ku Zîrweya Însanî ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku di dîrokê da cara ewil li Stenbolê di 2016an da hat lidarxistin, ji hêla piştrastkirina kurewî ya cihê Tirkiyeyê yê di qada alîkariyên mirovî da pêngavek bû.
Erdogan diyar kir ku wan burs daye bi hezaran xwendekaran ku bi saya van perwerde û alîkariyan mîrata çandî û bîra civakî tê parastin û wiha dewam kir:
"Dorpêçiya dijî mirovahiyê, birçîbûn û polîtîkayên cezakirina komî yên Îsraîlê yên ku di demên dawî de li Xezeyê pêk aniye, ne tenê hiqûqa navneteweyî, di heman demê da wijdanê mirovahiyê jî binpê dike. Ji 7ê Cotmehê û vir va ji 61 hezarî zêdetir kesên bêguneh hatin kuştin, ji 2 milyonî zêdetir kes bi awayekî ku ji pêdiviyên bingehîn ên mirovî bêpar, bêmal man ku ev yek wekî lekeyeke reş di dîrokê da cih girt. Heta niha, Tirkiyeyê ji 101 hezar tonî zêdetir alîkariya mirovî şandiye Xezeyê û bi piştgiriya xwe ya ji bo UNRWAyê va seferberiyeke mirovî ya ji 40 milyon dolarî zêdetir pêk aniye. Ji bo ku gelê Filistînê bigihêje dahatûyeke azad, birûmet û serfiraz em ê bi hemû çavkaniyên xwe li qadê bin. Her çiqas krîzên gerdûnî, rageşiyên jeopolîtîk û pevçûnên ku dinya bi wan ra rû bi rû dimîne, çalakiyên me yên alîkariya mirovî zehmettir dikin jî, em ê dev ji her alîkariya ku li vê erdnigariyê pêwîstî lê çêdibe bernedin. Lewra alîkariya mirovî ji siyasetê serdesttir e, meseleyeke wijdanî ye."
Serokomar Erdogan diyar kir ku alîkariya mirovî şêweya herî bilind ê dîplomasiyê ye ku ji empatiyeke kûr û hişmendiyeke mirovahiyê çêdibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.