Serokomar Erdogan: Ji bo di navbera Rûsya û Ukraynayê da aştî çêbe em dikarin navbeynkariyê bikin

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Ji bona di navbera Rûsya û Ukraynayê da aştî çêbe em ji bona pêkanîna aştiyekê amade ne ku navbeynkariyê bikin."
Erdogan nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Çamlicayê ya Mezin kir û di pey ra çû ziyareta Muzeya Medeniyeta Îslamê.
Serokomar Erdogan piştî serdana li muzeyê der barê rojevê da pirsên rojnamevanan bersivand.
Erdogan li ser pirsa der barê rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê da destnîşan kir heger hewldaneke ji bona dagirkirinê çêbe yan jî şer derkeve wê ev ji bona hizûra herêmê bibe binpêkirineke mezin.
Serokomar Erdogan ji bona rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê da got Tirkiye naxwaze li wir bêhizûrî derkeve û em qebûl nakin û wiha axivî, "Em dixwazin li herêmê aştî hebe û ji bona vê jî çi bikeve ser milê me em amade ne ku bikin."
Erdoganê bal kişand ser rageşiya Rûsya û Ukraynayê diyar kir li pêşiya wan serdaneke li Ukraynayê heye û wiha axivî, "Di vê navberê da dibe ku ez bi birêz Putîn ra bi têlefonê biaxivim, lê dibe ku ez herim Moskovayê."
Serokomar Erdogan got ku pêwendiyên me yên bi Rûsyayê ra zehf baş dewam dikin.
Erdogan li ser pirsa der heqê pêketiyên Omîcronê da jî got ku li nexweşxaneyên me vê gavê tu tengasî tuneye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.