Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Ji bo derbaskirina qeyrana li Bosna Hersekê pêwîstî bi pêkve tevgera civaka navneteweyî heye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji bo derbaskirina qeyrana li Bosna Hersekê eşkereye ku pêwîstî bi pêkve tevgereke civaka navnetweyî heye."

Kemal Karadağ  | 18.01.2022 - Rojanekırın : 19.01.2022
Serokomar Erdogan: "Ji bo derbaskirina qeyrana li Bosna Hersekê pêwîstî bi pêkve tevgera civaka navneteweyî heye"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji bo derbaskirina qeyrana li Bosna Hersekê eşkereye ku pêwîstî bi pêkve tevgereke civaka navnetweyî heye."

Di hizûra Serokomar Erdogan û Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucîc de di navbera herdu welatan de 4 peyman hatin îmzakirin.

Piştî civîna dualî ya Erdogan û Vucîc a li Kulliyeya Serokomariyê û Rûniştina Konseya Hevkariyê ya Asta bilind derbasî merasima peymanan bûn û li hizûra herdu Serokomaran, di navbera herdu welatan de 4 peyman hatin îmzakirin.

Di vê çarçoveyê de "Peymana Hevkariya di warê Perwerdeyê de", Zebta mitabeqeta Hevkariya di warê Geştiyariyê de", Peymana Hevkariya Sînematografîk", "Di navbera Enstîtuya Parastina Bîrdarên Çandê ya Sirbistanê û Rêveberiya Giştî ya Muzeyan a Hebûnên Çandê yê Wezareta Çand û Geştiyariyê de, Peymana Hevkariyê" ji aliyê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, Wezîrê Çand û Geştiyariyê Mehmet Nuri Ersoy, Cîgira Serokwezîrê Sirbistanê Maja Gojkovîç û Wezîrê Înşaat, Veguhastin û Binesaziyê Tomîslav Momirovîç hatin îmzakirin.

Piştî îmzayan herdu Serokomaran civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xistin.

Serokomar Erdogan derbarê qebareya bazirganiyê bi Sirbistanê re got, "Par bi zêdebûneke nêzîkî bi qasî 34an me ev reqem gihand 2 milyar dolaran. Hedefa me em bigihin 5 milyar dolarî."

Erdogan got, "Ji bo derbaskirina qeyrana li Bosna Hersekê eşkereye ku pêwîstî bi pêkve tevgereke civaka navnetweyî heye."

Serokomar Erdogan anî ziman ku ewê bi Serokomarê Sirbistanê Vucîc re weke serekên Boşnak, Xirwat û Sirban bînin ba hev û got, "Di vî karî de bi ser bikevin. Em gihiştin vê biryarê."

Erdogan bal kişand ser egera hevkariya bi Îsraîlê re li Rojhilatê Deryaya Spî  û got, "Armanc ew e em bi sekna erênî bigihin encamê. Heke ev li ser esasê gire-girê be tişta ji destê me were emê bikin. Digel Serokomar Herzog peywendiya me ya berdewam heye. Dibe ku Cenabê Herzog serdana Tirkiyeyê bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın