Serokomar Erdogan: Ji beriya her tiştî demeke dirêj e ku Tirkiyeyê wesayetê û hişmendiya darbeyê binax kir

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ew hewl didin di her qadê da Tirkiye û Afrîkayê nêzîkî hevdu bikin û wiha axivî: "Em tora xwe ya dîplomasiyê ya li parzemînê her ku diçe firehtir dikin ku di dawiya 2020î da me hecma bazirganiyê qasî 25 milyar dolarî zêde kir. Tirkiye ji bo welatên Afrîkayê wek şirîkekî stratejîk derdikeve pêş."
Erdoganê ku di çarçoveya ziyareta xwe ya Afrîkayê da çû Luandaya paytextê Angolayê beriya ku here li Mala Mêvanan a Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê daxuyanî da çapemeniyê.
- "Tirkiye seba welatên Afrîkayê wekî şirîkekî stretejîk dertê pêş"
Erdogan got ewê Angola, Togo û Nîjeryayê ziyaret bike ûwiha axivî: "Serokwezîriya min jî tê da heta niha min 28 welatên Afrîkayê 38 caran ziyaret kirin. Ji Tirkiyeyê di asta Serokomar da cara ewil e ku Angola û Togo tê ziyaretkirin ku lewma jî ev sefera me girîng e. Em di her qadê da Tirkiye û Afrîkayê nêzî hev dikin û vê hewildanê didomînin. Ji dawiya sala 2020î pê va hecma me ya bazirganiyê ji 25 milyar dolarî derbas bû. Bi vê hecmê va Tirkiye seba welatên Afrîkayê wekî şirîkekî stretejîk dertê pêş. Em tu wextî ji bo demekê û seba berjewendiyê li tevkariya xwe û welatên Afrîkayê nanhêrin."
- "Me deftera pergala wesayetê ya ku CHP bêriya wê dike ji zû va girt"
Serokomar Erdogan behsa daxuyaniyên Kemal KIliçdarogluyê Serokê CHPyê kir û wiha axivî: "Ji beriya her tiştî demeke dirêj e ku Tirkiyeyê wesayetê û hişmendiya darbeyê binax kir. Serdema wesayetê ya ku madê Bay Kemal diçê di paş da ma. Daxwazeke vala ye. Me deftera pergala wesayetê ya ku CHP bêriya wê dike ji zû va girt. Gazî burokrasiyê dike ku li hemberî hikûmeta hilbijartî derkeve û ev yek ji xeynî bangewaziya wesayetê tu tiştekî din nîne. Ev gefa ku Kiliçdaroglu li wezîfedarên qamûyê dixwe, min ecêbiya wê ya siyasî danî alîkî, di heman demê da sûcekî eşkere ye. Kiliçdaroglu niha jî dîrokê dide. 'Ji duşemê pê va li vî welatî wey halê karmendan.' Hadê em ê bibînin. Em ê bibînin wê çi bike."