Ali Kemal Akan
12 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2022
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi mebesta Yekemîn Lûtkeya Serokên Tirkiye-Azerbaycan-Turkmenistanê dê 13-14 sermawezê serdana Turkmenistanê bike.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê de hat destnîşankirin ku bi îcabeta vexwendina Serokê Turkmenistanê Serdar Berdimuhamedov, Serokomar Erdogan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev 14ê sermewezê roja çarşembê dê li Avazeyê beşdarî Yekemîn Lûtkeya Serokên Tirkiye-Azerbaycan-Turkmenistanê bibin.
Di lûtkeyê de di serî de bazirganî, enerjî û veguhastin, dê li ser gavên geşepêdan hevkariya di navbera her sê welatên de gotûbêj were kirin. Bi wesîleya lûtkeyê dê peymanên muxtelif yên hêzdarkirina ehda hevkariya di qadên navborî de bên îmzakirin.
Herwiha Serokomar Erdogan dê di çarçoveya lûtkeyê de hevdîtinên dualî jî li dar bixe.