Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Hêzên me yên ewlehiyê hêza xwe ji wijdana miletê me yê ezîz digirin"

Gökçe Karaköse  | 28.11.2025 - Rojanekırın : 28.11.2025
Serokomar Erdogan: "Hêzên me yên ewlehiyê hêza xwe ji wijdana miletê me yê ezîz digirin"

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da got, "Hêza hêzên me yên ewlehiyê ne ji rayeya ji wan ra hatiye dayîn û çekên ku ew hildigirin, tê; ji cihê ku wan di wijdana miletê me yê ezîz da girtiye, tê."

Erdogan li Balafirgeha Ataturkê di merasima teslîmkirina 9 hezar û 200 wesayîtên nû yên ji bo cendirme, polêsan û parastina peravan da axivî.


Serokomar Erdogan diyar kir ku ji ber helwest û tevgerên xelet yên hin komên ku xwe li ser qanûn, hiqûq û welatiyan dibînin, hemû rastî zehmetiyên mezin hatine.

Erdogan destnîşan kir ku weke milet û dewlet, berdelê şaşiyên çend kesên qure û xweperest yên ku bi hêza desthilatdariyê jehrî bûbûn, bi hev ra dane.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Em ciwan û ewladekî xwe jî nakin nava lepên kesên bêbext ku sûc ji bo xwe kirine rêya debarê.

Erdogan diyar kir, hêza hêzên wan yên ewlehiyê ne ji rayeya ji wan ra hatiye dayîn û çekên ku ew hildigirin, tê; ji cihê ku wan di wijdana miletê wan yê ezîz da girtiye, tê.

Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got, "Ez dixwazim were zanîn ku em ê êrîşên li dijî we ji hêla hin kesên ku hewl didin dosyayên gendeliyê veşêrin, qebûl nekin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın